Navçeya Dîlok/Yavuzeliyê heft gundên Alawiyên Çepnî hene. Navê wan gundan Mîlelîs, Yukari Kayabaşi, Aşagi Kayabaşi, Sarilar, Kuzuyatagi, Koseler û Yenîkoy e. Li ser erdnîgariya van gunden de hin cîh hene ku ev sedan salin ziyaretin. Ziyareta Karababayê yek ji wane.
1- Ziyareta Karababayê
Li gundê Mîlelîsê ye. Mezelê Karababa li wir e. Wênekar Ali Zülfikar ji gundê Mîlelîsê ye. Ew dibêje, “Em 300 sal bûne ku li Mîlelîsêne. Bêrî me jî ewder ziyaret bûye. Taybetî jî emê her sal roja 21ê Avrelê bi hevre biçin. Lê mirov kengî bixwazin jî diçin.”
Li gorî agahiyên Ali Zülfikar cîhê gundê Karababa wek parastgehan e û van mînakan dide: “Goristana gund wek cîhekî dîrokî ye. Dema ku em mezelekê nû dikolin kevirên ku hatine birîn derdikevin. Dîsa çiyayê gund jî sarincên avê û şikeftên wek malan hene. Hin şikeft dû qatin. Cîhê razanê cuda, cîhê tiştên xwarinê cudaye û deriyên şikeftan jî hene.”
Ziyareta Karababa di nav dû çiyayan de dimîne. Navbera wan çiyayan jî girek heye. Ziyaret li wir e. Tu kesî li ser çiya ve ziyaretê lêkolîn nekiriye. Lohma jî dîrokê wan ne diyare. Ali Zülfikar dibêje, “Ez bawer dikim ku di bin erdê agahî hene.”
Li ber Ziyareta Karababayê bîrek heye. Avê xwe paqij û sare. 1 km dûrî vê bîrê bîrek lêxwistin. Îro avê gund li wir digirin.
2- Tirba Kureyş
Tirba Kureyş 2 km nêzî gundê Yukari Kayabaşiyê ye. Di meha Gûlanê herkes diçe ser Tirba Kureyş. Gel bi xwe re dîk, pez û ga dibin û wê qurban dikin. Kureyş Baba giregirê Eşîra Kureyşan e. Ev eşîr taybetî li Dêrsimê jiyan dike. Lê îro gelek bajarên Bakurê Kurdistanê gundên ji eşîra Kureyşanê hene. Dimilkî û Kurmancî diaxivin. Ji ber ku piranî endamên eşîrê li Dêrsimê jiyan dikin lohma li vî bajarî jî temsîlî tirba Kureyş Baba çêkirin.
3- Hoca Bektaş
Li gundê Mîlelîsê malbatek heye ku ew pîrên Alawiyanin. Jê re Ocaxê Mala Musa Kazim dibêjin. Ji vê malbatê Hoca Bektaş navdare. Ali Zülfikar wisa qala Hoca Bektaş dike: “Hoca Bektaş endamê Ocaxê Musa Kazim bû. Min jî wî dît. Kurmancî, Tirkî, Arabî û Farsî dizanî. Herkesî jê hezdikir. Ew jî mirovekî rûken bû. Bavê min xwendin û nivîsandinê ji wî fêr bû. Ji min re jî gotibû, bixwîne û fêrî zimanan bibe. Di sala 1984-85an çû Haq.
Wî zimanê maran fehm dikir. Rojekê marek dikeve mala meta min. Kesek hat û wî marî bi çekê kuşt. Hoca Bektaş wî rexne kir û got: Ew jî zindiye. Jiyan mafê wîne. Êrîşa heywanan meke. Ger tu zirarê nede ew jî zerarê neda te.”
4- Ziyareta Darê Mamad
Li gundê Mîlelîsê ye. Dareka palûtê ye û gelek mezine. Herî kem 50 kes dikare di bin de rûne. Kêlekê wê mezelê Mamadê heye. Lohma jê re dibêjin Ziyareta Darê Mamad.
5- Hevalê Maran: Seweş
Li erdnîgariya Çepniyan mar gelek in. Seweş derûdora salên 60an hatiye dine. Mezin dibe û dibîne ku ji maran natirse. Mar jî erîşa wî nakin. Dema ku marek ket mal û bexçeyekê bangî Seweş dikin. Seweş diçe maran derdixe, lê nakuje. Seweş herwiha li gund karê elektrîkê jî dike û mixabin rojekê elektrîk lêdixe û diçe Haq.
Ez dizanim, di nav gundên Çepniyan cîhên pîroz û kesên oldar ne tenê ev in. Ev nivîs tera qalkirina wan nake. Bi hêviya bibe dergeh û destpêkek û spas ji Wênekar Ali Zülfikar re.
Foto: Dara Mirazê. Li kêleka Tirba Bavê Kureyş.
Foto: Tirba Bavê Kureyş. Ev foto min ji Nivîskar û Helbestvan Ezeli Doğanay girt.
Agahiyên ve nivîse Wênekar Ali Zülfikar da. Nêzî sê sal berê jî min li ser jiyan û hûnera wî nivîsandibû. Hûn dikarin li vê lînkê bibînin: https://alevinet.com/2016/10/15/kolnun-ozgun-ressami/