Ev çend rojin ez kilama 25ê Gûlanê guhdar dikim. Ev kilama hozan Şemdîn e. Min xwest ku ez îro çîroka ve kilamê binivîsim.
Di 25ê Gulana 1988an de neh gerîla li Benavokê (Botanê) şehîd dibin. Şemdîn, ji wan Osman Sarikuş (Ferhan) nêz ve nas dike. Disa di nav şehîdan de sê gerîla ji bajarê Îdirê ne: Cemşêd (Ahmet Kesîp), Nezîr Alagoz û Îhsan Çirkan. Hozan Şemdîn jî ji bajarê Îdirê ye û bi nav wan nasdike.
Lohma tesîr dibe û kilama 25ê Gûlanê dinivîse. Di berhema xwe ya bi navê Ala Rengîn de ve kilamê dixwîne. Rojekê em bi hevre diçûn Siwîsreyê. Li ser pirsa min hozan Şemdîn qala çîroka vê kilamê kiribû: “Em Birûkî, Ahmet Kesip Celalî ye. Ahmet Kesip destpêka salên 80‘yî mînak bû ji bo Serhadê. Rêxistin li Lubnanê bû û tekîliyên hevalan qut bûbûn. Lê heval Ahmet, Ekrem Kayalar û çend hevalên din li Serhadê rêxistin temsîl kirin û tekoşîn dewam kirin.”
25 Gûlanê
Gotin û Mûzîk: Şemdîn
25ê Gûlanê / Li ser Mezra Botanê / Reberê serxwebûnê
Dîsa serî hildane / Dîsa li ber xwe dane / Dîsa girtin dîlane
Şer bû şerekê giran / Dijî cuntaya Tirkan / Xurme xurma mavzeran / Xwe berdaye nav çiyan / Xwe berdaye li Botan / Xwe berdaye bajaran / Bilind bûye li Kurdistan
Dijmin hatin bi hezaran / Tevî top û teyaran / Şehîdên benanokê / Şervanên serxwebûnê / Tirs xistine neyaran / Xofa dilê kedxwaran
Heval Ahmet rêber bû / Rezane gelê xwe bû / Heval Ferhan pola bû / Fedayê Kurdistan bû / Reberiya Serok Apo / Ilmê Marksîst pê jiya bû / Ilmê şoreş pê jiya bû / Bi rêberiya Öcalan / Bûn rêberê Kurdistan / Bûn rêzanî me Kurdan / Bûn şehîdên Kurdistan.
Foto: Hozan Şemdîn