Mereş 1978, kurdên elewî û bêkurdkirin…

Wekî tê zanîn; komara Tirkiyê ji bo avakirin û bipêşxistina netewdewleta bi nasnameya xwe ya ‘tirk-sûnnî-hanefî’ heta salên 1940î bi giranî metodê qirkirina fîzîkî (ji Koçgiriyê heta qirkirina Dêrsimê) bikar anîye. Helbet beriya qirkirina kurdan, di salên hilweşîna dewleta Osmanî de (1914-15) xelkên ne misilman (ermen, asûrî-sûryanî, keldanî) ji holê hatibûn rakirin. Piştî salên 1940î jî bi giranî metodên derûnî û asîmîlasyonê wekî tekane polîtîka hatiye bi pêşxistin.

Xwediyên veşartî û xuyanî ên dewletê heta qirkirina li Sêwasê a elewiyan (piranî kurdên elewî bûn) a di sala 1993yan de pêk hatî, bi taybetî metodên ‘provokatîf’ bikar anîne. Dewletê her carê kes û komên êrîşkar û kujer wekî kesên xwedî hesasiyeta ‘neteweparêz’ û ‘misilman’ pêşkêş kiriye û tu caran ew nehatin aşkerekirin, darizandin û cezakirin.

Siftê di sala 1942yan û paşê di sala 1955an de ji bo ‘netewîkirina’ sermaye û sermayedaran; civakên nemisilman ên ku ji qirkirinan sax mayî, rastî êrîşan hatin. Di îlona 1955an de desthilatdarên dewletê nûçeyekî belav dikin, ku bombeyek li xaniyê Mustafa Kemal Ataturk ê li Selanîk a Yûnanîstanê hatiye danîn. Li ser vî nûçeyî li Stenbolê 4 hezarî zêdetir xanî, hezar kargeh, 26 dibistan, 73 dêr û sînagogên rûm, ermen û yahudiyan tên şewitandin, hilweşandin û talankirin. Gorî rêxistina mafên mirovan Helsînkî Watchê 15 kesan canê xwe ji dest dane.

Û paşê li Tirkiyê civakeke berçav a ne misilman, yanî xiristiyan û yahûdî li holê nema….

Tam 43 sal berê van rojan di navbera rojên 19 û 25ê berfanbarê de li Mereşê kurdên elewî rastî komkujiyekê hatin. Ev komkujî  bi bombekirina sînemayekê ji hêla nijadperestekî tirk ê bi navê Okkeş Kenger, ku paşê bû parlamenter, hate destpêkirin. Komên nijadperest û îslamîst ên tirk ên ku ji çar hêlên Mereşê û ji navçe û bajarên derdorê anîne bajêr êrîşî xanî û kargehên kurdên elewî kirin.

Di nava heftiyekê de hêzên dewletê ên xuyayî tenê komkujî temaşe kirine. Bi siloganên “Tirkiyeyeke misilman!..” û “xwîna me birije jî zafer ê îslamê ye!..” 200 xanî û 70 dikanên kurdan hatine şewitandin û talankirin. Bi piranî zarok, ciwan, jin, kal û pîr tevahî 111 kurdên elewî li ber çavên rayedarên dewletê bi tifingan hatine kuştin û bi biviran hatine parçekirin.

Paşê kurdên Mereşê cih û warê xwe terikandin û piraniya wan berê xwe dan Ewropayê û li seranserê cîhanê belav bûn. Îro li Mereşê hejmara kurdan pir hindik maye û ji Ewropayê bigire heta Kanada, Awustiralya û Japonyayê; li seranserê cîhanê meriv dikane rastî kurdekî Mereşî were.

Di destpêka salên 1990î de bi bandora têkoşîna kurdan a giştî, civakên elewî jî, ku piranî kurd in, bi xwesteka pêşîvekirina baweriya elewîtiyê ya ku di sala 1925an de ji hêla dewletê ve hatibû qedexekirin, bê serbest berdan, dest bi rêxistinîbûnê kiribûn. Lê hewildana wan ji hela dewletê ve bi komkujiyekê hate bersivandin. 2yê tîrmeha 1993yan li Sêwasê piranî rewşenbîr û hunermend 33 kes hatin şewitandin. Lê êrîşkar nehatin cezakirin. Gelek ji wan paşê wekî ku bên xelatkirin; di serdema hikûmeta AKPê de di saziyên dewletê de hatin bicîkirin û erkdarkirin…

Dewleta tirk piştî salên 1940î civakên ne misilman ên ku ji qirkirinan mayî, bi komkujiyên ‘provokatîf’ tirsand, da revand, bêdeng kir û bêbandor hişt. Ji bo vê yekê komên ‘veşartî’ bikar anî û heta radeyekê bi serket jî. Li Tirkiyê êdî civakeke bi bandor a ermen, rûm, yahûdî û asûrî-sûryanî nema ye.

Komkujiya Mereşê (19-25ê kanûnê 1978) jî bû wekî sedema sereke a koçberbûna kurdên elewî. Lê armanca komkujiyê ji elewîtiyê wêdetir, ji bo ‘bêkurdkirina herêmê’ bû û ev siyaset îro jî dewam dike. Dewlet di vê armanca xwe de jî bi ser ket û ji wê komkujiyê heta îro deng û rengê kurdî ê Mereşê û ê herêma rojava û bakurê Çemê Firatê gelek hate lewazkirin…

HALİL DALKILIÇ, nupel.eu, 19.12.21

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazarın diğer makaleleri