Kilam û Çîroka 25ê Gûlanê

Ev çend rojin ez kilama 25ê Gûlanê guhdar dikim. Ev kilama hozan Şemdîn e. Min xwest ku ez îro çîroka ve kilamê binivîsim.

Di 25ê Gulana 1988an de neh gerîla li Benavokê (Botanê) şehîd dibin. Şemdîn, ji wan Osman Sarikuş (Ferhan) nêz ve nas dike. Disa di nav şehîdan de sê gerîla ji bajarê Îdirê ne: Cemşêd (Ahmet Kesîp), Nezîr Alagoz û Îhsan Çirkan. Hozan Şemdîn jî ji bajarê Îdirê ye û bi nav wan nasdike.

Lohma tesîr dibe û kilama 25ê Gûlanê dinivîse. Di berhema xwe ya bi navê Ala Rengîn de ve kilamê dixwîne. Rojekê em bi hevre diçûn Siwîsreyê. Li ser pirsa min hozan Şemdîn qala çîroka vê kilamê kiribû: “Em Birûkî, Ahmet Kesip Celalî ye. Ahmet Kesip destpêka salên 80‘yî mînak bû ji bo Serhadê. Rêxistin li Lubnanê bû û tekîliyên hevalan qut bûbûn. Lê heval Ahmet, Ekrem Kayalar û çend hevalên din li Serhadê rêxistin temsîl kirin û tekoşîn dewam kirin.”

 

25 Gûlanê

Gotin û Mûzîk: Şemdîn

25ê Gûlanê / Li ser Mezra Botanê / Reberê serxwebûnê

Dîsa serî hildane / Dîsa li ber xwe dane / Dîsa girtin dîlane

 

Şer bû şerekê giran / Dijî cuntaya Tirkan / Xurme xurma mavzeran / Xwe berdaye nav çiyan / Xwe berdaye li Botan / Xwe berdaye bajaran / Bilind bûye li Kurdistan

 

Dijmin hatin bi hezaran / Tevî top û teyaran / Şehîdên benanokê / Şervanên serxwebûnê / Tirs xistine neyaran / Xofa dilê kedxwaran

 

Heval Ahmet rêber bû / Rezane gelê xwe bû / Heval Ferhan pola bû / Fedayê Kurdistan bû / Reberiya Serok Apo / Ilmê Marksîst pê jiya bû / Ilmê şoreş pê jiya bû / Bi rêberiya Öcalan / Bûn rêberê Kurdistan / Bûn rêzanî me Kurdan / Bûn şehîdên Kurdistan.

Foto: Hozan Şemdîn

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazarın Diğer Yazıları

İlgili Yazılar

Çiyayên Pîroz

Çiyayên pîroz li çar aliyê cîhanê hene. Li Japonyayê Fujisan, li Çînê Tai Shan, li ser sînora Çîn û Tîbetê Kailash û li Sri Lankayê...

Dersim’in kutsal mekanları

Çocukluğumda köyümüze gelen dervişler Dersim’i anlatırken şöyle derdi: ”Dersim’e giderseniz ayakkabınızı çıkarın. Her taraf ziyarettir. Ziyaretleri incitmeyin.” Yıllar yıllar sonra Dersim’in kutsal mekanlarını Yeni Özgür...

Gundên Eşîra Xisorê

Îsmaîlê Mala Alê Ûsî Milê (1969) ji gundê Dardixan (Dardığan)e. Ev gund giredayî Semsûrê ye û 12 km dûrî bajêre. Dardixan Kurd û Alawî...