48 sal berê… 6ê Gûlana 1972an dewleta Tirk sê şoreşger: Hüseyin İnan, Deniz Gezmiş û Yusuf Aslan (1972) îdam kir. Ew li Anatolîa û Kurdistanê bûn sembol. Serokê tevgera wan Hüseyin İnan bû. Ew Kurd û Alawî ye. Ji Sarizê (Kayseri) ye.
Ji ber ku ew îdeologê tevgerê bû jê re digotin “Dede”. Zimanê tirkî wateya Pîr û Dada, Dede ye. Wan salan şoreşgeran bawerî red dikirin. Wî digot, “Her mirov azad e û em nikarin baweriyên mirovan qedexe bikin.”
Hüseyin İnan li gundê Bozhöyük e di sala 1949an tê tine. Ev gund giredayî Gürünê (Sêwas) ye. Destpêka salên 1950îyan malbata wî barî Sarizê (Kayserî) dike. Bavê wî dukana beqaliyê vedike û debara zarokên xwe wisa derdixe.
Hüseyin li Sarizê mezin dibe. Dibistana seretayî li Sarizê dixwîne. Wan salan li Sarizê dibistana navîn û lîse tunebû. Lohma Hüseyin li Pinarbaşiyê (Kayseri) dest bi dibistana navîn kir. Wî lîseyê li Kayserîyê xwend û piştî wê derbasî zanîngehê bû (1966).
Hüseyin li Enqerêyê dixwend. Wan salan tevgera ciwanan destpêkir û Hüseyin jî bû şoreşger. Wî bi tevî hevalên xwe tevgera THKO (Türkiye Halk Kurtuluş Ordusu-Arteşa Rizgariya Gel a Tirkiye) ava kir. Ew îdeologê tevgerê, Deniz Gezmiş jî fermandarê arteşê bû.
Diçe Filîstînê
Salên 70 û destpêka 80an rêxistinên Filîstiyan navdar bûn. Hemû cîhanê şoreşger diçûn cem rexistinên Filîstîniyan û perwerdeya arteşî di dîtin. Wekî îro… Îro Rojava çawa rolek dilihîze, wan salan jî rexistinên Filîstîniyan wisa bû. Di nav şoreşgerên Anatolîa û Bakurê Kurdistanê de cara yekem Teslîm Töre bi Filîstîniyan re tekîlî danî. Ew jî dîplomatê tevgera Hüseyin İnan bû.
Teslim Töre jî Kurd û Alawî bû. Ew ji gundê Gölpınar e. Ev gund girêdayî navçeya Akçadağê (Meletî) ye.
Dibêjin pêwîstiya me çek û perwerde heye. Vê xebatê Teslim Töre dike. Diçe Filîstînê û rêxistina El-Fetih nasdike. Qamyonek çek tîne û ji bo perwendeyê jî kampakê organîze dike. Piştî wê Hüseyin, Deniz û hevalên wan diçin Filîstînê.