Salı, Kasım 11, 2025

Tembûrvaniya berxwedanê

Mihemed Bilko yê 5 salî ji xalê xwe fêrî tembûrvaniyê bû, li Şêxmeqsûdê, li Efrînê û li Şehbayê her hunerê xwe dike. Wî di bin topbarana çeteyên ser bi dewleta Tirk de û her wiha di şert û mercên koçberiyê û Berxwedana Serdemê de jî di nava Tevgera Çandê de çalak cihê xwe digire.

CAFER CEFO/XANDÎ ELO / ŞEHBA/ANHA

Muzîkjen û hunermend Mihemed Fewzî Bilko sala 1982`yan li gundê Moseko yê navçeya Raco ya ser bi Efrînê hatiye dinê. Bilko li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê mezin dibe û malbata wî jî ji huner û folklora Kurdî hez dike. Bavê wî li tembûrê dixist, ap û xalên wî jî hunermend bûn.

Mihemed Bilko hê 5 salî ye, xalê wî Omer Serqût ê piştre tev li Koma Agirî bûyî, tembûrekê diyarî wî dike û wî fêrî lêdana tembûrê dike. Lê Mihemed Bilko beriya wê dil ketibû tembûrê; dayika wî bi bîr dixe ku ku wî hê di çar saliya xwe de bi gezik û melkesan tembûr çêdikirin.

Mihemed Bilko tevî xalê xwe dest bi amadekirina stranan kir. Xalê Bilko jî berê helbest dinivîsandin û stran amade dikirin. Bi vê yekê rêwîtiya Mihemed a amadekirina stranan dest pê kir û strana yekê bi navê “Keskesora zergul” bi çavdêriya xalê xwe, amade kir. Strana yekê ya wî gotî jî “Em ê vegerin gundê xwe, cihê bav û kalê xwe” bû ku xalê wî Omer Serqût gotinên wê danîbûn.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, Bilko ji kesên destpêkê bû ku tev li tevgera çand û hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd dibe. Her wiha beşdarî pîrozbahiyên cejna Newrozê û hemû çalakiyên tevgera çand û hunerê yên wê demê dibe.

Top dibariyan me çalakiya xwe dikir

Gava ku salên 2014 û 2015’an komên çeteyên ser bi artêşa Tirk a dagirker, taxa Şêxmeqsûd bi dijwarî topbaran kirin, Tevgera Çand û Hunerê karê xwe yê amadekirina stranan û vejandina berxwedana keç û xortên Şêxmeqsûd, dewam kir. Mihemed Bilko jî beşdarî van xebatan bû. Bilko li ser wê demê dibêje: “Dema ku taxa Şêxmeqsûd bi dijwarî dihat topbarankirin, wekî endamên çand û hunerê me çalakiya salvegera wefata hunermendê Kurd Mihemed Şêxo li dar xist. Çalakiyê saetekê dewam kir, lê belê topbaranê heta çend rojan dewam kir û me nizanî ka em ê heta bidawîbûna çalakiyê sax bimînin an na. Me çalakiya xwe dewam kir û baş e ku tiştek bi serê me nehat.”

Beriya destpêkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê, Bilko li Efrînê bi cih bûbû. Ji bo pêkanîna bangewaziya Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn a seferberiyê, tevgera çand û hunera Efrînê di dema êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê de li ser amadekirina stranan kar kir û çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê li dar xistin. Mihemed Bilko jî beşdarî amadekirina pirraniya stranên Berxwedana Serdemê bû û awazên wan danîn.

Li Şehbeyê jî hunerê xwe ji bo berxwedanê dewam dike

Mihemed Bilko jî tevlî gelekên din ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Şehbayê bû. Berhemdariya Mihemed Bilko li kantona Şehbayê jî dewam kir. Bilko stran amade dikirin û digotin. Yekemîn stranên ku li Şehbayê amade kirine, strana “Kanî demên derbas bûne” bû ku ji gotinên hunermend Rêzan Bekir e. Her wiha gelek stranên din wekî “Efrîna min”, “Bes e kelema”, “Kenên çava” û gelekên din amade kirin. Di salên dawîn de Bilko 23 stran amade kirin ku hinek ji wan wî bi xwe awazên wan danîn û yên din jî hunermendên din awaz jê re danîn. Li kêleka vê yekê, Bilko beşdarî amadekirina muzîkê ya pirraniya stranên 4`emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bû.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz