Ava ‘Serçeşme’ya dewletê û elewiyên Kurd…

Belkî ji ber rojevên giran ên herêmî û navnetewî zêde nehate bîhistin, li Tirkiyê cara yekê çalakiyeke fermî ya ku elewiyan eleqadar dike, hat lidarxistin. Şaredariya Bajare Mezin ê Stenbolê festîvalek bi navê ‘Festîvala Serçeşme Hûnkar Haci Bektaş Velî’ lidarxist (27-29ê Tebaxe 2021). Gelek hunermendên Tirk û Kurd ên ku bi baweriya xwe ya elewî an jî bi hesasiyeta xwe ya elewîtiyê têne naskirin tevlî bernameya hunerî a festîvalê bûn û gelek kesayetên di mijara elewîtiyê de serê xwe êşandî jî di bernameyên festîvalê de axivîn û guftûgo kirin.

Wekî ku meriv ji bernameya çalakiyê dibîne; hejmareke mezin a hunermend û axaftvanan elewiyên Kurd in. Dema mirov rastiya rêxistinên elewiyan bîne ber çavan; ê bêşik vê texmînê bike, ku piraniya kesên beşdarî çalakiyê bûne jî herwiha Kurd bûn…

Helbet dema meriv ji hêla rastiya elewiyan, têkoşîna wan a ji bo jiyaneke azad a bi baweriya xwe û li hêla din siyaseta zordariyê a dewletê (Tirk-sunnî-hanefî) a li dijî wan û baweriya wan bîne ber çavan, çalakiyeke wisa ê wekî ‘gaveke mezin’ bê dîtin. Ji xwe beşdaran jî di axaftinên xwe de ev yek bi vî awayî nirxandine û dubare kirine.

Yek ji beşdarvanên festîvalê Prof. Dr. Bedriye Poyraz çalakiyê wekî “serkeftina rêxistinên elewiyan” binav dike. Poyrazê bêhemd tespîteke pir balkêş jî kiriye ku rastiya hewldanên dewletê û qonaxa ku civakên elewî têne kişandin aşkere kiriye; “Elewî, belkî jî ji Kerbelayê vir de ev cara yekê ye, ku ava ku dewletê fînanse kirî  vexwarin…” Prof. Poyraz ev gotin kiriye, lê wer xuya ye ku ew li hemberî rastiya vî dewletî zêde ne hişyar e û qey nizane ku elewiyên ku ava dewletê vexwin, ê tu caran rêya rastiya xwe qet nabînin!..

Di vê nivîsê de mijar ne kesayetiya Haci Bektaş Velî ye, ne Bektaşîtî ye, ne çêkirina festîvalekî wisa ye. Mesele; helwesta dewletê a li dijî elewiyan û êlewîtiyê û bi taybetî jî bi metodên pir zirav asîmîlekirina Kurdên elewî ye…

Di hişmendiya civakî de sembol girîng in û Kurdên elewî bi sembolan têne xapandin û asîmîlekirin.

Li Tirkiyê di her çalakî û rêxistinên bi navê ‘elewîtiyê’ tên pêşxisintin de tim têgîn û gotin têne tevlîhevikirin û elewîtî an jî rêya heqî ya Kurdan, an jî rastiya elewiyên Kurd di bin nasnameya ‘Tirk-Îslam’ a dewletê de têne fetisandin û wekî ku tune ne têne hesibandin…

Bahsa elewiyên Ereb tê kirin, ê Faris tê kirin, lê tu caran bahsa elewitiya Kurdan nayê kirin. Wer dikin; ku Kudbûn û elewîbûn du nasnameyên ku tu caran nehatine cem hev û ê qe nayên cem hev in. Kurdên elewî jî ji ber tirsa binavkirina bi ‘nijadperestiyê’, bahsa rastiya xwe nakin.

Di rêxistinîbûn û çalakiyên elewiyan de bikaranîna navê ‘Haci Bektaş Velî’ bi zanebûn e û di şert û zirûfên îroyîn de ew tenê xizmetî asîmîlasyonê dike. Bektaşîtî ne di nava elewiyên Tirk û ne jî di nava elewiyên Kurd de rastiyeke civakî a bibandor e. Bektaşîtî ‘elewîtiya dewletê’ ye û di dema Osmaniyan de ocaxê arteşa ‘Yenî Çerî’yan e. ‘Yenî Çerî’ ku ji zarokên dewşîrme yên ji xelkên xirîstiyan ên Balkanan ên bi darê zorê hatine berhevkirin in û heta sala 1826an bi navê dewleta Osmanî li her derê xwîn rijandine. Hişmendiya dewleta Tirk îro hewldide, ku vê Bektaşîtîyê bikin wek nasnameya Kurdên elewî, ku ew ji xwînê ditirsin û nikanin gêreyekê biêşînin!..

Ji xwe di vê festîvala ‘elewiyan’ de Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî hişmendiya dewletê bi aşkereyî vegotiyê: “Em hêvî dikin, ku aramî ê were alema îslamê jî. Ez ew ewliya, welî, derwêş, mûrşîd û pîrên ku Anatoliya ji me re kirine wek war û welat, careke din yad dikim. Xwedê rahma xwe li Gazî Mustafa Kemal û hemû şehîden me bike…”

Heta Komara Tirkiyê, di dîrokê de tu caran têkilî û danûstandina Kurdên elewî bi Ocaxê Bektaşî re çê nebûye. Lê îro dewlet Kurdên elewî li dûv Bektaşîtîya dewletê a xwedî hişmendiya Tirk-îslamê ve kaş dike û asîmîle dike. Eger elewiyên Kurd li rastiyê yanî heqîqatê bigerin; divê tenezûlî ava vî dewletî nekin û rastiya xwe li welatê xwe, li ocaxên xwe, li çand û zimanên xwe bigerin…

*Ev nivîs ji ‘nupel.eu’yê hate girtin…

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazarın Diğer Yazıları

İlgili Yazılar

Alevi Federasyonları Hukuk Birimi Kuruldu

Alevi Federasyonları birlikte kurdukları hukuk komisyonu AHİM kararlarının yerine getirilmesi için hukuk komisyonuna ihtiyaç duyulduğunu belirttiler kurulan hukuki komisyonundan duyurulan basın açıklaması şu şekilde...

DAD: Basına Ve Kamuoyuna

BASINA VE KAMUOYUNA Bilindiği üzere, son günlerde organize suç örgütleri meselesi ve bu yapıların derin devletle olan organik ilişki ve eylemlilikleri iktidar kliklerinin çelişkisi sonucu...

‘Kurban niyetinde olan Can’ın, ihtiyaç sahiplerine Hakk lokması sunması da makbuldür’

Yaklaşan Kurban Bayramı dolayısıyla yazılı bir açıklama yapan Avrupa Alevi Birlikleri Konfederasyonu İnanç Yol Erkan Kurulu; “Kurban niyetinde olan Can’ın isteğine göre, İhtiyacı olan...