Salı, Aralık 16, 2025

Jiyan bê parastina xwe ne mimkun e!!

Ev gotar ji kovara siyaseta azad hatiye girtin û wergerandine zimanê Kurdî http://kurmanci.özgürpolitika.org

Ev werger aîdî Berîvan Orak e.

BERFÎN NURHAQ

Divê jin di her şert û mercî de, çi êrîşên dagirkeriyê hebin çi nebin, xwe bi rêya parastina xwe birêxistin bikin û biparêzin.
Ger saziyan erkên xwe bi rêkûpêk birêxistin bikirana, dagirker îro nikaribûn ewqas bi azadî li kolanên Kurdistanê bigerin.

Dikare pênase bike; lê li dijî dagirkeriyê avakirina û parastina hebûna azadiyê ye. Zanista azadiyê bi têgihîştin û bi gihîştina hişyarîyê pêk tê. Têgihîştin, yekbûna hişyarîyê ye. Ji bo ku mirov xwe biafirîne û hebûna xwe biparêze, pêdivî ye ku xweparastinê pêş bike. Jin divê di her şert û rewşê de, çi êrişên dagirkeriyê hebin çi nebin, rêxistin bibin û bi xweparastinê xwe biparêzin. Bê xweparastinê jiyan tune ye. Ger mirov dixwaze bijî, ji bo parastina hebûna xwe xweparastin şert e.
Ji bo ku xweparastin pêş bikeve, divê jin dîroka xwe bizane. Hem dîroka demên borî û hem jî dîroka 40 salên dawî yên têkoşînê bizane. Ji ber vê yekê ji bo jinê xweparastin wek av û nan pêwîst e. Jina ku di civakê de dijî, berî her tiştî divê bizane ku zihniyeta serdest a mêran çi ye û divê xwe çawa rêxistin bike; divê vê hişyarîyê pêş bike. Jin divê saziyên desthilatê bi başî analîz bike. Heke ev bike, dikare xweparastina xwe pêş bike. Ji bo xweparastinê, cîh divê çawa be, çawa nêzîk bibin, çawa pêş bikeve, rêbazên wê çi ne û hwd. – hemû van pirsan dikare bi hêsanî bersiv bide.

Jin divê nirxên afirandî biparêzin

 

Em li çiyayên Kurdistanê ne tenê ji bo jinên Kurd, lê ji bo jinên hemû cîhanê, 40 sal in ku têkoşîn dikin. Jinên Ereb, Tirk, Faris, Alman, Êzîdî û bi giştî hemû jin, çekên xwe li milê xwe kirine û şer dikin. Jinên ku dixwazin li dijî serdestîya mêran têkoşîn bikin, dizanin rêya rast kîjan e. Bê guman ev hêsan nîne; li çiyayên Kurdistanê şer kirin, li dijî faşîzmê berxwedan kirin, bersiv dayîna êrişên polîs û jandarmayê rawestîne helwestek bi hêz e. Hêzên desthilatê nikarin vê rastiyê înkar bikin û li bajarên de êrîşên xwe zêde dikin. Li dijî faşîzmê têkoşînek dijwar pêwîst e. Serhildan pêwîst e, bersiv dayîn pêwîst e; tenê daxuyanî kirin têr nake.
Di dîroka me de gelek serhildan hene. Di salên 1990’an de li dijî dagirkeriyê serhildanên mezin pêk hatin. Ji bo azadiyê ev serhildan dest pê kirin. Rehşan Demirel û Zekiye Alkan di vê pêvajoyê de pêşeng bûn. Gel wê demê ji bo azadiyê rabû bû. Ev nirxên ku ji hêla qehremanên jinan ve hatine afirandin, divê dîsa ji hêla jinan ve bên parastin. Ji ber vê yekê perspektîfa me ev e; her jin divê bizane ku xwe biparêze û xwe rêxistin bike. Ger serhildan bi pêşengiya jinan pêk were, faşîzm nikare bidome.

Wê gavê em dikarin rêza heval Zîlan, Sema û Sakine Cansız xwe bigirin û têkoşînê bidomînin. Tenê bi vê rêyê em dikarin azadiya xwe bistînin..

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazarın Diğer Yazıları