Ana SayfaGüncel HaberlerAlawîtî û Xweza

Alawîtî û Xweza

Alawîtî baweriyekê xweza ye. Ji ber çi?

Ji ber ku kesên Alawî ji mirov, dar, av, roj, stêrk, hîv a zer, kevir û hwd. bawer dikin.

Mînakên Cûda

Atê Elif

Li gundê me (Pulyone Jêri-Markazê) Atê Elif hebû. Di sala 1991an çûye haq. Me Atê Elif bawer dikir. Xelkê ji Atê Elif mirazên cûda cûda dixwestin.

Serdan a Oris e

Li gundê Xidkon (Mereşê) Serdan (ziyaret) a Oris e hebû. Ev serdan darekê pine (çam) bû.

Malê Pêdûz

Malê Pêdûz ocaxê zarokan e. Li gundê Gonîgê ye (Markaz e). Kesên ku zarokên xwe dimirin an zarokên xwe çênabin diçin vê malê. Şevekê li vederê radikevin. Îro bi sedan kesan navê xwe Şêxo, Şahîn û Satî ye. Ev nav navên endamên Malê Pêdûz in.

Roj, Stêrk û Hîv a Zer

Bav û dayîkên me sibe barî birbange radibûn. 5 an 10 daqîqa bang li rojê dikirin. Êvarê jî rojê rêdikirin. Dema panzdehê hîvê jî bang li hîvê dikirin. Yek jî dema merasîm a musahîban jî sond wisa vedixwarin:

– Ro şahîd e?

– Erê.

– Stewrik şahîd in?

– Erê.

– Hîv a Zer şahîd e?

– Erê.

Piştî vê sondê dû malbat dibûn e mûsahîb.

Mirov dikare bi hezaran mînakên serdanan jî bide. Ji ber ku mirov dikare bibêje li her gundekî Alawî de serdanên golan, keviran, daran, kaniyan û hwd. hene.

Xizir were be. Xatirê we.

spot_img

En Çok Okunanlar

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazardan Daha Fazlası

50. SALVEGERA NIVÎSKARIYA MEHMET BAYRAK

PIRTÛKÊN MEHMET BAYRAK Firaz Baran, Köln Mehmet Bayrak di navbera 1973-2020 de 32...

Elbistan için sazın ve sesinin anlamı

ELBİSTAN İÇİN SAZIN VE SESİNİN ANLAMI SAZIN SAĞLADIĞI BARIŞ Yıl: 1970 Yer: Nergele Saz Elbistan'da...

HILOYÊ ŞOREŞÊ

1937-38 kıyımının üzerinden ondört yıl geçmişti. Ama zulüm bitmemişti. Askerler istedikleri...

2yê Tîrmeha 1993

Îro roja 2yê Tîrmehê ye. Çawa ku 24ê Avrelê ji bo...
spot_img