Malbata Doku: Em hînî sirek pir mezin bûn Malbata Gulistan Doku, li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirinek kir û got: “Piştî 6 salan faîl xwe digihîjînin me. Ji ber ku dizanin şeytan mezin dilîze. Di halê hazir de em tenê van bibêjin.”

 Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê hat windakirin. Piştî xebatên lêgerînê yên bi rojan, telefona wê li Viyaduka Sari Saltuk a li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê hat dîtin. Ji wê rojê ve heta niha di lêpirsînê de tu pêşketinek çênebûye. Malbat û rêxistinên jinan, ji destpêkê ve heta niha dibêjin ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin, delîl baş nehatine komkirin û ji destpêkê ve heta niha di pêvajoyê de xemsariyek heye.

‘Em hînî sirek pir mezin bûn’

Malbata Gulistan Doku, li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî dosyayê parvekirinek kir. Di parvekirinê de wiha hat gotin:

“Em hînî sirek pir mezin bûn. Piştî 6 salan faîl yek bi yek xwe digihîjînin me. Ji ber ku wan jî dît şeytan mezin dilîze û cînayet û ev tişt tev dê di stûyê wan de bimînin û dê bibin qurbanî. Di halê hazir de ez niha tenê van bibêjim.”

spot_img

Copyright © Hemû mav ji bo Alevi Gazetesi parastî ne © 2026