Güncel Haberler

Dibe ku ev hevdîtina dawî be

NACÎ KAYA

MA/STENBOL

Hevjîna parêzer Aytaç Unsal ê bi Ebrû Tîmtîk re bi daxwaza “Darizandinek adîlane” di rojiya mirinê de ye, parêzer Dîdem Unsal, diyar kir ku rewşa wan giran bûye û banga berdana lezgîn li dadgeha bilind kir. Dîdem Unsal got, Aytaç Unsal ji re gotiye “Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.”
Çalakiya rojiya mirinê ya endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “Darizandinek adîlane” li girtîgehê dest pê kirin, dewam dike. Çalakiya Tîmtîk ket roja 196’an û ya Aytaç Unsal jî ket roja 165’an. Hevjîna Aytaç Unsal û di heman demê de ji parêzerên HHB’ê Dîdem Unsal derbarê rewşa parêzerên di rojiya mirinê de axivî û got, “Ez çûm hevdîtina Aytaç. Em li ser gelek mijaran axivîn, lê di dema ji hev veqetînê de pir zor dibe. Ji min re got, ‘Dibe ku ev hevdîtina me ya dawiyê be.’ Piştî vê gotina wî, ez ji veqetînê pir bi hirs bûm. Hevjînê min dibeje, ‘yan edalet, an mirin.’ Ez neçarim ku rêzê bidim vê helwesta wî. Li ber bê edaletiyê canê xwe kiriye mertal. Ez bi wî serbilindim.”

Similar Posts

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir