OSMAN YILDIRIM/VIYANA
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê kirî û êrişên faşîstên Tirk li dijî komeleyên demokrat û şoreşgeran hat protestokirin.
Faşîstên Tirk ji çarşema bihurî ve êrişî Kurdistaniyan û komeleyên demokratan dikin. Platforma Jinê ya Ewrûpa weke her çarşem, çarşema bihurî jî li meydanan bû û vê carê komkujiyan li diojî jinan a Kobanê protesto kir û dewleta Tirk rûreş kir. Faşîstên tirk pêşî êrişê çalakiya jinan kir, paşê jî berê xwe da komeleyan. Faşîstan êriş bir ser avahiyên VTÎD Û DÎDF´ê, derî û pencerreyên avahiyên komeleyê şikandin. Tevî ku nîşana gurên boz li Awusturyayê qedexe ye, polês qet serê xwe ji wan jî neêşand. Polês li şûna ku êrişkaran bigire, kete nava avahiya komeleyê û kesekî antîfaşîst bire nezaretê.
Pêncşema bihurî bi navê ”Li dijî êrişan berxwedana demokratîk” li dijî êrişên faşîstan çalakiyan dest pê kir. Platforma Jinan a Ewrpayê çalakî organîze kirin, endam û çalakgerên NCDK, DÎDÎF, MLKP, SKB, ADHK, Komintern, Platform Radikale Linke, PYD jî beşdarî çalakiyan bûn. Di çalakiyê de parlamentera berê ya Partiya Keskan, Bêrîvan Aslan got, ”Bila Erdogan vê yekê baş zanibe, heke ew yeqîn dike, dikare bi rêxistinkirina li vir a van çeteyên nijadperest, bi çavtirsandina Kurdan û dostên wan ew ê bike ku ew çongê xwe bidin erdê, ew xwe dixapîne.” Bêrîvan Aslan ji fîşkirina çalakgeran nerazîbûn nîşan da û got, nijadperest û faşîstan fîş bikin. Îro jî bi beşdariya partî û rêxistinên Awusturyayî meşeke protestoyî ya li dijî faşîstên Tirk a navendî li Viyanayê heye.