Çarşamba, Kasım 12, 2025

Seyîd Riza li Enqerê ye

Ji rêberê Kurdên Dersimê, Seyîd Riza heta niha ji bo hin film û belgefilman, lîstikên şanoyê û ji bo hin lêkolînan bûbe mijar jî, ji ber wê birîna kûr a qirrkirinê, hîna jî yek ji wan kesayetên dîrokî ye ku dibin mijar ji bo huner û zanistê. Herî dawî li Enqerê, Gruba Şanoyê ya bi navê Sîmurg jî şanoyek li ser jiyana Seyîd Riza amade kiriye ku biryar e meha Gulanê li Elmanyayê were nîşandan.

Ev Şanoya Sîmurg ji 9 kesan pêk tê û pirraniya wan jî xelkê Dêrsimê ne. Şanoya Sîmurg niha amadekariyê li ser lîstikekê şanoyê dike ku behsa jiyan û berxwedana Seyîd Rizayê Dêrsimê dike.

2 saetan jiyan heta bi bidarvekirinê

Şanoger Miçê dibêje, “Em zêdetir li ser nakokiyên di navbera eşîran de sekinîn. Di lîstikê de li hin deran Seyîd Riza hêrs dibe, li hin cihan bi kelacan qise dike.”

Lîstika şanoyê  2 seatan dewam dike û ji destpêkê heta bidarvekirina wî, bi berfirehî behsa jiyana Seyîd Riza û hevalên wî, serokên eşîrên wê demê û bi giştî dost û neyarên Seyîd Riza dike.

Dost û dijminên wî di lîstikê de hene

Şanoger Halîl Esen behsa rola xwe dike û dibêje, “Rola min a Baro Husên e. Ew kesekî nêzîkî Seyîd Riza ye û dostekî wî yê baş e.”

Şanoger Songul Karagoz jî wiha behsa rola xwe dike, “Rola min jî Zarîfe Xanim e. ew hevjîna Elîşêr e. Jineke jîr, zana, tekoşer û zîrek e û ew jî şer dike.” Di şanoyê de heman demê behsa rola berpirs û rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ya wê demê jî tê kirin.

Şanoger Melîh Yetkîn jî got, “Rola min yek ji berpirsên komkujiya Dêrsimê ye. General Abdullah Akdogan serokê firqeya 4´an ya artêşê ye û di dema serhildanê de bi gazên kimyewî xelkê Dêrsimê kuştiye.”

Seyîd Riza û kurê wî yê 16 salî Rêşik Husên piştî qirrkirina Dêrsimê ya ku dewleta Tirk pê bi dehhezaran Kurd kuştin û koçber kirin, weke serokên berxwedana Dersimê, 15ê Mijdara  1937´an  hatibûn bidarvekirin. Dibêjin, gava Seyîd Riza hatiye bidarvekirin, wî gotiye, “Me bi derew û fêlên wê nekarî, ev ji bo me bû derd, me li hemberî we serî netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd.”

ENQERE

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz