Çiyayên Pîroz

Çiyayên pîroz li çar aliyê cîhanê hene.

Li Japonyayê Fujisan, li Çînê Tai Shan, li ser sînora Çîn û Tîbetê Kailash û li Sri Lankayê Sri Pada çiyayên pîrozin.

Li erdnîgariya me jî ji bo Ermeniyan Ararat, ji bo Kurdan Zagros û ji bo Yewnanan Olîmpos pîroz e.

Ê rastî ev pîroz dîtina xwezayê ye.

Em jî carna darekê, carna kaniyekê, carna golekê û carna jî zinarekê dikin ziyaret. Lê îro mijara me çiyayên pîroz in…

Lê welatê me çiyayên pîroz herî zêde li bajarê Dêrsimê hene. Li Dêrsimê navên hemû gir û çiyayan navên ewliya û derweşan e.

Mirov dikare bêje: Ger kesek bixwaze ewliyayên Dêrsimê nasbike pêwîste navên çiyayên Dêrsimê bizanibe.

Çiyayên nav û deng Bave Muzir (Munzur Baba) û Bave Dizgun (Düzgün Baba) e. Dîsa çar çiyayên pîroz jî navên çar xwuşkên Bave Dizgun rakirine. Ew çiyayên Haskar, Harşî, Zel û Bûyer e.

Hin çiyayên din ê pîroz jî ev in:

Li Xozatê Gurgur Baba û Çiyayê Yer Mustafa. Dîsa Çiyayê Tujik

Li navbera Ovacik û Mercanê Kaleşîş heye.

Koe Ozadil jî çiyayêk gelekî mezin û pîroz e. Dema ku mirov diçe ser bandeva Koe Ozadil hemû bandevên pîroz dibîne.

Piştî navenda bajarê Dêrsimê Pûlê Dundilê heye. Bandeva wê jî ziyaret e. Pûl di zaravaya dimilkî de wateya xwe gir e.

Ji ber ku hemû gir û çiya li Dêrsimê pîroz in, lohma jî dema ku mirov bang li pîroziyên xwe bike rûyê xwe vedigere çiyayêkî û bi wî/wê re diaxive. Ji ber ku çar aliyê Dêrsimê çiya û girên pîroz hene.

Li Japonyayê çiyayê Fujisan pîroz e.

Li Çînê çiyayê Tai Shan pîroz e…

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Yazarın Diğer Yazıları

İlgili Yazılar

Ziyaret û Tirbên Çepniyan

Navçeya Dîlok/Yavuzeliyê heft gundên Alawiyên Çepnî hene. Navê wan gundan Mîlelîs, Yukari Kayabaşi, Aşagi Kayabaşi, Sarilar, Kuzuyatagi, Koseler û Yenîkoy e. Li ser erdnîgariya...

Demir Çelik’e Axuçan Ocağı Dersi

Demir Çelik'in "Alevilik" isimli kitabını Eylül ayında Köln kentinde aldım. Şöyle düşündüm: "Kürecikli Ethem Xemgîn, Sarızlı Mehmet Bayrak, Erzurumlu Ezeli Doğanay'ı okudum. Bir de Vartolu...

Hasanî Qarayilên: Hayatı ve Eserleri

Pazarcık'lı Ozan Hasanî Qarayilên bugün Almanya'nın Stuttgart kentinde Hakka yürüdü. 72 yaşında olan sanatçı üç hafta önce böbrek rahatsızlığı nedeniyle hastaneye kaldırılmıştı. Cîhê xwe...